Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Prosesa Aştiyê Derfetek e Jibo Çareserkirina Rewşa Girtiyên Nexweş


Nerazîbûn û çalakiyên jibo azadkirin û çareserkirina rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê dimînin, li gelek bajaran bi protestoyên bizavkar û malbatên girtiyan berdewam dikin.

Li gor raporta mehane ya Komeleya Mafê Mirovan (IHD) li zindanên seranserê Tirkiyê bi kêmî 650 girtiyên nexweş hene ku 247’ê wan bi nexweşiyên giran re têdikoşin.

Ji sala 2012’an anku destpêka prosesa aştiyê ya li Tirkiyê ve rewşa girtiyên siyasî û nexweş tim di rojevê de ye û çalakî jibo çareserkirina rewşa wan têne lidarxistin.

Ligel van çalakî û hewildanên berdedawam hikûmeta Tirkiyê hîna ti biryarek li ser rewşa wan nedaye.

Bi dehan girtiyên nexweş her ku raportên nexweşxaneyan li ser giranbûna rewşa saxlemiya wan hene jî nayên azadkirin û li girtîgehan can didin.

Li Stenbolê jî her hefte çalakî têne lidarxistin ku tê xwestin karbidest dilsoziya xwe jibo pêvajoya aştî û çareseriyê nîşan bidin û rewşa girtiyên nexweş çareser bikin.

Bizavkar Alî Kiliçgedîk ku bi berdewamî di van çalakiyan de cî digire, ji Dengê Amerîka re dibêje, “Divê prosesa aştiyê wekî derfet bê nirxandin û rewşa girtiyên siyasî û nexweş were çareserkirin.”

Selvî Gulmez a dayika girtiyê nexweş Alî Gulmez ku ji Dersîmê ye û bêhtirî 25 sal in jiber doza siyasî tevî ku nexweşe nayê azadkirin, bi zazakî daxwazên xwe bi me re parve dike.

Dayika Selvî balê dikişîne ser ku girtiyên siyasî li girtîgehan rastî lêdan û kiryarên nebaş tên û bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dike guh bide daxwazên wan.

ST_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG