Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Koçerî: Serkeftina li Tikrîtê ya Dijî DAIŞ'ê Serkeftineke Taifî ye


Serokwezîrê Îraqê Abadî bi ala welatê xwe rizgarkirina Tîkrîtê pîroz dike
Serokwezîrê Îraqê Abadî bi ala welatê xwe rizgarkirina Tîkrîtê pîroz dike

Hêza hikûmeta Îraqê û mîlîsên Şîa yên bi navê El-Heşid el-Şabî bajarê Tikrît ji jêrî destê DAIŞ'ê rizgar kirin û ala hikûmeta Îraqê ji aliyê serokwezêrê îraqê ve li wir hate hildan.

Lê, ew serkeftin bû cihê nerazîbûna welatiyên Tikrît'ê yên Sunî û hin deverên din di çargoşeya Sunî de.

Nivîskar û cîgirê neqîbê rojnamevanê rojavayê Kurdistanê li Hewlêr'ê Omer Koçer di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amêrîka re nerîn û tebîniyên xwe li ser rewşa heyî li Herema Kurdistanê parve kir.

Koçerî dibêje, ew ne serkeftina hikûmeta Îraqê ye, lê ew serkeftina mîlîşên Şîa ne, ku berê şerê li dijî DAIŞ'ê ber bi şerê Taifî de dibin.

Koçerî herwiha dibêje, guman dibe ku DAIŞ şerekî giran li Sûriye bike, jibo têkçûna xwe li Tikrîtê vegerîne

"Ji DAIŞ re hêlîneke baş jê re li Sûriye heye û gelek kes li wî welatî piştgiriya wê dikin û dengê xwe didinê."

Hevpeyvîna Omer Koçerî-4-2-15-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG