Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Ser Rêkeftina Navokî ligel Melikê Saudî Salman Peyîvî


Piştî ragihandina çarçoveya peymana navokî ya lnavbera Îran û hêzên cîhanê, dengên nerazîbûnê jî bilind dibin.

Welatên wek Îsraîl û Erebistana Saudî dibêjin, rêkeftina nû pir derfetan li pêş Îranê çêdike û rê li ber Tehranê vedike ku çekên navokî saz bike.

Li ser vê mijarê, Serok Obama do bi telefonê ligel Melikê Saudî Salman peyîvî û got rêkeftina navokî ya bi Îranê wê aramî û ewlehîya herêmê û cîhanê xurtir bike.

Serok Obama pesna wê rêkeftinê da û ew wek gaveke dîrokî nav kir. Obama got, bi vê rêkeftinê rêka Tehranê ya çêkirina çekên navokî têne girtin û cîhan dibe cîhekî ewletir.

Lihevhatina navokî di navbera Îran û 6 hêzên cîhanê, piştî danûstandinên heşt rojan, li Lozana, Swîsre pêk hat û li ber e peymana dawî di 30’ê Hezîranê de bê temam kirin.

XS
SM
MD
LG