Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Kêmî 9 Kes li Sê Êrîşên Bexdayê Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama jimareke teqîn de li Bexdaya paytext, bi kêmî 9 kes hatine kuştin û jimareke kesên din birîndar bûne.

Polîs dibêjin, teqîna herî kujer îro Yekşemê li taxa Sabî el Bore ya bakurê Bexdayê çê bû. Li wir, bombeyek li bazarekê teqiya û di encamê de çar sivîl hatin kuştin û 10 kesên din birîndar ketin.

Du karbidestên polîs gotin, di êrîşeke din de sê efserên polîs hatin kuştin û du yên din jî birîndar ketin dema ku êrîşbiran di du trimbêlan de teqe li xala wan ya kontrolê kirin.

Di êrîşa sêyem de du kesên sivîl hatin kuştin û 11 kesên din birîndar bûn, dema ku bombeyek li devera bazirganî ya taxa Suîab teqiya.

Sê karbidestên bijîşkî jî jimara qurbaniyan piştrast kirin. Hemû karbidestan navên xwe eşkere nekirin, jiber ku wan destûr nebû van agahiyan bidin.

XS
SM
MD
LG