Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûnîr Şêxê: Pêwestî bi Zanistiyên Hunerî di Civata Kurdî de Heye da ku civak li Pêşkeve


Mûnîr Şêxê yek ji Hunermendê şêwekariya Kurd e ji Rojavayê Kurdistanê , ku Xwendina akadimî li zanîngeha hunera ciwan li Şamê qedandîye di salên 90 de, li kêleka hinek hunermendên din karîbû hunera Kurdî beşdarî çalakî û pêşengehên Sûrî û heremî bikin.

Di hevpeyvîna Hunermend Mînîr de bi Dengê Amêrîkar re di Bernama Deng û Reng de, rewşa hunera Kurdî da xwendin û şîrovekirin, û kurte jiyana xwe bi me re par kir.

Birêz Mûnîr dibêje: “Pêwestî bi zanistiyên hunerî di civata Kurdî de heye, da ku civak li pêşkeve."

Ji aliyekî din ve, rexne li hunermendên Kurd kir, ku berê xwe didin şêweyên nûjenî da ku têkevin astên bilind, li gorî pîvanên rexnegiriya nûjenî, bê hestyarî û şîrovekirina hestê xwe û pêwndiyên bi hişmendiya xwe, ku tenê guhertinê di aliyê kiryarên teknîkî bi kar tîn in di derbirîniyên xwe de.

Birêz Mûnîr; yek ji wan Hunermendê ku çalakiyên hevbeş bala wî dikşîne, zêdetir ji çalakiyên taybet û kesayetî. Li gora wî, ew dibêje karê hevbeş dikare şêweyekê Kurdî yan jî rêbazekê hunerî ji hunera Kurdî re aferîn e, ji ber wê jî wî ji dema xwendina xwe ya akadimî ta nuha tu pêşangehên serbixwe yan kesayetî venekiriye.

Ji bilî van mijaran hin tiştên din, hatin giftûgokirin bi rêzdar Mînîr re, ku di dirêjahiya vê hevpeyvînê de hatine gifûgokirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:50 0:00

XS
SM
MD
LG