Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pope Francis: Tevkujîya Ermenîyan Yekem Jenosîda Sedsala 20'an e


Pope Francis daxwaz ji rêberên welatan û rêkxistiyên nêvneteweyî kir rastiya ku qirkirina Armenî Cenosayide nas bikin

Rêberê rûhanî yê Vatîkan, Papa Francis got, tevkujîya Ermenîyan di dawîya Şerê Yekê yê Cîhanê li jêr Împaratorîya Osmanîyan, yekem jenosîda sedsala 20'an e.

Pope Francis di bîrewerîya sedsaliya tevkujîya Ermenîyan degot, veşartin yan înkarkirina bedkariyê ewe tu rê bidî bê pêçan, xun ji birînê birije.

Vê ragihandina Papa Francis, hikûmeta Tirkîyê tore kiriye.

Enqerê gazî balyozê xwe li Vatîkanê kir, jibo gihandina gazinda xwe û jêre gotin Tirkiyê ji gotina Papa gelek ne rehet û bêhîvî bû.

Pope Francis daxwaz ji rêberên welatên cîhanê û rêxistinên nêvnetewî kir rastîya ku qirkirina Ermenîyan wek jenosîd nas bikin.

Hikûmeta Enqerê dibêje, di rûdanên sala 1915'an de, dema Ermenîyan şoreş li dijî Împaratorîya Osmanîyan kir, bi sedema ku wan alîkarîya artêşa Rûs kiriye ku rojhilata Anadolu dagîr kiri bû.

Di bernama îro ya Em û Sîyaset da, emê mêvandarîya hêjayan Ebdulrahîm Ozmen, Prof. li Zanîngeha Dîcle li Amedê û Xefur Ohanyem, rêberekî olî yê Ermenîyan li Amedê.

Pope Cenosayîda Ermeniyan Nasdike
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:21 0:00

XS
SM
MD
LG