Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Qedexeya fîlmê ‘Bakur’ Dibe Sedema Nîqaşan


etalkirina nîşandana belgefîlma ‘Jîyana Gerîla - Bakur’ ku di bernameya 34’emîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Stenbolê de cî digirt, rastî nerazîbûnên tund hat.

Fîlmê Bakur bi hinceta ku fîlm di Wezareta Çandê ya Tirkîyê de nehatîye tomar kirin, ji nişka ve ji bernameya festîvalê hate derxistin.

Bi derxistina ji festîvalê ya fîlmê Bakur, ku Çayan Demirel û Ertugrul Mavioglu derhênerîya wê kirine, bi dehan fîlmên din yên beşdarî festîvalê dibûn ji festîvalê vekişîyan.

Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (IKSV) roja Duşemê di kombûneke rojnamevanî de ragihand ku piştî vekişandina gelek fîlmên festîvalê, wan beşên pêşbirkê û bernameya encamdana festîvalê ya ‘Xelatên Laleya Zêrîn’ betal kiriye.

Wezareta Çandê ya Tirkîyê jî ragihand ku ew tometa sansurê qebûl nakin û IKSV ligel ku ji prosedura fermî haydar bûye, dîsa jî fîlm xistîye bernameya xwe.

“Ji navlêkirina fîlm dîyar dibe, propagandaya PKK’ê tê kirin û ev derveyî azadîya ramanê ye. Lê ev jî rêvebirîya IKSV û festîvalê eleqedar dike.”

Derhênerê Kurd Erol Mîntaş ku fîlmê xwe yê ‘Kilama Dayika Min’ piştî vê biryarê ji festîvalê vekişandîye, ji Dengê Amerîka re li ser astengkirina fîlmê ‘Bakur’ şîrove kir.

Derhêner Erol Mîntas
Derhêner Erol Mîntas

“Berî niha jî li hin festîvalên Tirkîyê ev pirsgirêk derdiket pêşîya me. Ev problemeke mezin e û em sînemaçêker ji vê bêzar in.”

Erol Mîntaş biryara IKSV’ê rexne dike ku bi awayekî xurt li pişt fîlmê Bakur nesekinî û piştî agahdarîya Wezareta Çandê fîlm ji bernameya xwe derxist.

Mîntaş li ser vê astengî û sansurê jî dîyar dike ku sansur êdî li Tirkîyê bûye tiştekî normal.

“Jibo qedexekirina fîlmên li xweşa wan naçin, li hincetan digerin. Belê fîlmê Bakur derheqê gerîlayên PKK’ê de ye, lê li alîyekî jî prosesa aştîyê heye. Yên ku li sînemayê tehemula gerîlayan nakin, wê çawa bêjin bila vegerin nav jîyanê.”

Kerem kin li ​fragmana 'Bakur' temaşa bikin:

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00

XS
SM
MD
LG