Piraniya kesên ku beşdarî merasîmên Roja Rabûnê (Qiyamet) li Kenîseya Saint Qîryakus (Cyriacus) û Julietta li vî bajarê li ser qiraxên Çemê Diclê bûn, ne Krîstîyan bûn. Lê belê ew Misilman bûn.
Yek ji çend Krîstîyanên li wir Gafur Turkay bû. Berî 5 salan, ew ji ola Îslamê ya ku li ser rabûbû dûr ket û vegeriya ola bapîrên xwe, Mesîhiyet. Turkay ev gav avêt, ne tenê jiber ku ew bi esl Krîstîyan e, lê bêtir jiber ku ew Ermeni ye.
Wî herwiha ev gav avêt, wekî rêzgirtin jibo kalê wî, yê ku qirika wî di tundûtûjiya dijî Ermeniyan ya sala 1915'ê de hate jêkirin.
Turkay dibêje, “min ev yek kir jibo kalkê xwe, jibo komkujiyê û jibo Ermeniyan.” Paşnavê malbata Turkay bi zorê lê hatibû kirin. “Ez ne Misilmanekî baş bûm, ne jî Krîstîyanekî baş im. Lê ez Ermeniyekî baş im,” Turkay got.
Bi sedan hezar kes di tundûtûjiya dijî Ermeniyan de hatin kuştin. Gelek pispor û zana wê kempeynê wekî jenosîda yekê ya sedsala 20'ê didin zanîn. Gelek dîrokzan jî dibêjin, bêtirî yek milyon kes tê de hatin kuştin.
Tirk pênasîna wî tiştê ku li 24'ê Nîsana 1915'ê çê bû bi jenosîdê, wekî ne rast û îhanet dibînin. Hikûmeta Tirkiyê nuha dibêje, birastî komkujî derheqa Ermenî û Krîstîyanên din de hatine kirin, lê ew di dema şerekî hovane de ku Tirk û gelên din jî jê re bûn qurbanî.
Sed sal piştî wan bûyerên ku Tirk û Ermen ji hev cuda kirine.
Piraniya rûniştvanên Diyarbekirê û vî parçeyê Tirkiyê, Kurd in. Kurd bi awayekî eşkere dibêjin ku hinek ji bav û kalên wan, di bin Hamidiye Alaylari de, li ser navê Osmanîyan beşdarî li kuştina Ermeniyan kirine.
“Berî 50 salan, Kurdan bi serbilindî digot em gelek Ermenî kuştine”, Turkay dibêje. “Lê nuha ew dibêjin bibore me bav û kalên te kuştin.”
Li vî beşê Rojhilata Navîn çîrokeke tevlihev heye: Tirk Ermeniyan dikujin, Tirk Kurdan dikujin, Kurd Tirkan dikujin.
Li ev yek hêdî hêdî tê guhertin. Van rojan, Kurd lêborînê ji Ermeniyan dixwazin. Tirkiyê jî sersaxiya xwe eşkere dike. Ermeîn jî ji nav jiyana xwe ya veşartî êdî derdikevin.
Vejiyana dema borî
Li herêmekê ku bi sedên salan rastî tunûtûjiya tayîfî hatibû, tiştê ku li 24ê Nîsana 1915 çê bû ne tiştekî nû bû. Lê tişta nû û balkêş ew bû ku ew kuştin bi awayekî tund û sîstematîk pêk hat.
Di sedsala 19ê de, li gelek deverên Anatolyaya Osmanî, Ermeniyan bi nijad û olên din re jiyana xwe derbas dikirin. Li gelek deveran, Kurdan li rex Tirkan jiyan dikirin, Yûnanî li rex Aşûriyan, Cihû û Krîstîyan li rex Êzîdî û Keldanîyan.
Gelek Kurd li Diyarbekirê dibêjin, Ermenî hatibûn perçekirin, jiber jimara wan, xuyabûna wan ya civakî, navdarbûna wan di warê hostetiyê de û jiber ola wan jî. Dema gotina “Ermenî” li ber guh dikeve, yekser karê baş, çêkirina deriyan û tiştên wisa tên bîra mirov.
Ahmet Pamukçu Kurdekî 95 salî ye û wiha behsa serpêhatiyên xwe dike. “Kurd bê aqil bûn. Wan bawerî li Tirkan kir û êrîşî Ermeniyan kirin. Jixwe armanca Tirkan jî derxistina neyartî di nav Kurd û Ermeniyan de bû û di wê yekê de serkefti bûn.”.
Gelek malbat û eşîrên Kurdan, wekî Pamukçu alîkarî dan Ermenên ku birevin û ew li malên xwe hewandin.
Pamukçu diyar dike ku Kurd bi wan kiryarên wanî ne serbilind in û gelek ji wan poşmaniya xwe radigihînin, lê dema pê hesiyan her tişt xelas bûbû.
“Tirkan, Ermenî di taştiyê de xwarin û em Kurdan jî kirin fîravînên xwe”, bajarvanê Sûr ya Diyarbekirê, Abdullah Demîrbaş dibêje.
***
Paşmayîyên Dîrokê
Tiştên ku ji civata berê ya Ermenîyan mane li derveyê Diyarbekirê jî xwane dibin. Gundekî li rojhilata bajêr heye ku wek Derxist tê zanîn. Dora ew dêra ku li sere girekî hatiye ava kirin, kevirên gorên Ermeniyan jî hene. Hinek ji wan şikestî ne û nivîsên bi zimanê Ermenî ser de xuya dibin.
Cotkarekî xwecihî got ku gundî kevirên dêrê birin û di çêkirina xanîyên xwe de bi kar aîn.
Dêra Sourp Giragos ku di beşa kêlhê ya Diyarbekirê ye çend caran di guhertinan de boriye. Ew dêr di 1880'an de ji binî ve şewitiye û jinûve ava bûye û zingila wê bi birûskekê sala 1913'an rûxiye. Quleya seetê di 1975an de bi topan hatiye hilweşandin bi sedema ku nabe quleya dêreke Krîstîyanan ji mînareyên Mislimanan bilindtir be.
Îro derdora Sourp Giragos bi kûçeyên teng ku cîran kincên xwe zuha dikin, zarok li hember dîwaran dilîzin û ji qahwexaneyên cîran dengê bardaqên çayê tên. Li ser hemî dîwaran nivîsên bi Kurd hene ku pesna şervanên PKK didin. Salên 1980'an û 1990'an, neteweperwerên Kurd jibo mafên xwe şerê dewleta Tirk kirin û ew daxwaza wan rastî bersîvdaneke xurt ya dewletê hat. Di şer û pevçûnan de pirtir jî 30,000 kes hatin kuştin.
Îro şerê Kurdan aramtir e û rêberên Kurdan bi hikûmeta Enqerê re di nav danûstandinan de ne. Ew bi xwe jî guhertineke girîng e jiber ku heta salên nêzîk nasnameya Kurdî nedihat qebûlkirin û Kurd wek Tirkên Çiyayî dihatîn nîşandan.
Mamosteyê Zanîngeha Bilgi li Stenbolê Ohannes Kilicdagi dibêje, Kurdên ku 20 ji sedê civaka Tirkîyê pêk tînin, niha xwedî ekonomîyeke mezintir û mafên firehtir in ew jî dibe eger ku empatîya Kurdan bi Ermenîyên 1915'an re çêbin.
Bêguman civaka Tirk di nav 20 salên dawî de guhertinên pir girîng derbas kirine. Gel niha dikare bi eşkereyî gotûbêj ku bûyerên 1915 bi rastî jenosîd in yan ne û televîzyona dewletî dest bi weşana Kurdî kiriye.
Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan bi eşkereyî sersazî ji qurbanîyên bûyerên 1915'an re xwest û wek “nemirovane” bi nav kir.
Vê mehê Papa Francis got, kuştikarîyên 1915'an divê wek jenosîd bên nasîn û ew daxuyanî Enqere pir eciz kir. Rojekê piştre Sekreterê NY Ban Ki-Moon kuştinkarîyan wek “tawanên qirkirinê“ bi nav kir, ne wek jenosîd. Amerîka jî heta niha peyva jenosîd bi kar neaniye.
“Serok û karbidestên din yên rêvebiriyê çend caran pênasîne kirin ku wek rastiyeke dîrokî 1.5 mîlyon Ermenî, di rojên dawî yên Osmanîyan de hatin qir kirin,” berdevka wezareta derve Marie Harf got.
Hem Kurd hem jî Ermenî dibêjin, bi saya tekoşîna Kurd guhertinên nav civaka Tirk pêk hatine û niha dîroka sedala 20'an bi firehî tê nîşaşkirin.
Turkay dibêje, “Tekoşîna Kurd Tirkîyê pirtir demokrat kir û alikarîya me, Ermeniyan kir ku em zimanê xwe bipeyvin û xwedî li nasnamê xwe derkevin.”
Gelek Ermenî dibêjin, heta ku Enqere nebêje “erê, ew jenosîd bû,” her tişt vala ye. Taybetî jî dîyaspora Ermenî ku li Amerîka, Fransa û Rûsya dijîn û dewlemendtir in, wiha difikrin.
Îhtîmal e yek jî astengên herî mezin kêşeya tazmînata diravî be. Awuqatê navdar li Los Angeles Mark Geragos dozek vekirîbû ku divê Tirkîye ji mîlyon dolar ziyanên Ermeniyan berpirs e û divê mal û milkê wan vegerîne xwedîyê wan yên rêwa.
“Sibe Tirkîyê dikare bêje ez jenosîdê qebûl dikim, lê ew tiştekî naguhere. Divê zararên madî yên mexduran bêne dayîn jiber ku ew tawana yekemîn ya sedsala 20an e ku mirov bi awayekî girseyî hatin qirkirin.”
Cemalettin Haşimi, şewirmendê bilind yê bo Serokwezîrê Tirkîyê Ahmed Davutoglu, kuştinkarîyên 1915’an wek trajedî nav dike û lê qebûl nake ku ew jenosîd e.
“Em êş û kûlên ser erdê înkar nakin. Êşên civaka Ermenî û êşa nasnameya Tirkî înkar nakin. Em naxwazin alîyên ciherengî yên wê meselê piştguh bikin. Dema hin kes israr dikin ku ji vê aloziyê re navê jenosîd lêke, ew ne adalet e û feyda wê ne ji Tirkan re, ne jî ji Ermeniyan re nabe.
Lê, di nav civata tirkî de jî cudabirî hene. Çalakvanê civakî Cem Tuzun dibêje, israrkirina di navê “jenosîd” de mebestên siyasî yên veşartî dihewîne.
“Egerbi rastî jenosîd qewimiye, divê dîrokzan di encama lêkolînên xwe yên kûr de wê biryarê bidin, ne siyasetvanên ku xwediyê ajanda xwe ne.”
Lê, Akin Unver, mamosteyê Zanîngeha Kadir Has li Stenbolê, dibêje, ew kêşe ji bo dewleta Tirkiyê pir girîng û qebûlkirina jenosîdê wê bingeha Tirkiya modern bihejîne, jiber ku ew mesela wek tehdît ji hebûna dewletê re tê dîtin.
Vejîna Ermeniyan
Nûveavakirina Dêra Sourp Giragos di sala 2009'an de, bi pêşengiya civata Ermenî li Stenbolê û bi alîkariya diravî ya Ermeniyên seranser cîhanê dest pê kir. Bajarvanê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê Kurd 20 ji sedê 2.5 mîlyon dolarên mesrefên çûyî da.
Dêra Sourp Giragos di sala 2011an de dest bi xizmetdayina civata xwe kir. Cejna Paskalya ya îsal bi beşdarbûna dora 100 kesan û bi hazirbûna gelek nûçegîhanan hat derbaskirin.
Bi hatina hin endamên civakê ji Stenbolê, tê texmînkirin ku niha dora 40.000 Ermenî li Diyarbekirê dijîn.
Di salên destpêka damezrandina Komara Tirkiyê de Ermeniyên ku man hatin mecburkirin ku bibin Misilman û navên nû li xwe kin. Hinek ji wan ligel kesên ne-Ermenî re zewicîn û zarokên xwe wek Misilman mezin kirin ku xwe û zarokên xwe biparêzin. Ew kesên wiha wek “Ermeniyên veşartî” tên nasîn.
Ergun Ayik, serokî weqfa, ku avakirina dêrê pêk aniye, dibêje di nav deh salîn dawî de 10 kes li Dêra Sourp Giragos hatin vaftîzkirin.
“Niha bi têra xwe kes tune ku ayîn bi berdewamî bêne kirin, lê ez bawer dikim ku di salên were de pirtir kes nasnameyên xwe eşkere bikin û werin dêrê. Ne jib o mebestên olî, lê ji bo sembola nasnameya xwe ya netewî.”
Ayik dibêje, jibo Ermeniyan nasnameya netewî ji ya olî girîngtir e. “Tu dikarî ola xwe biguherî, lê tu nikarî xuna nav damarên xwe biguherî.”
Piştî ku ayîna Paskalya qediya, civata bawermendan ber bi hewşa derê kom bûn û xwarineke kevneşopî bi navê “çorek”xwarin, çay vexwarin û dest bi soxbetê kirin...