Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prosesa Jimartina Dengan li Hilbijartinên Togoyê Destpê Dikin


Piştî hilbijartinên serokatiyê roja Şemiyê li welatê Togo bidawî bûn, nuha prosesa jimartina dengan birêve diçe. Tê çavêkirin ku serokê heyî Faure Gnassingbe her di desthilatê de bimîne.

Serokê Togo jibo gereke din ya pênc salan beşdarî van hilbijartinan bûye. Eger ew biserket, ewê bibe 50 sal ku malbata wî di desthilatdariyê de dimîne. Gnassangbe sala 2005 piştî mirina bavê xwe, bû serok. Bavê wî bixwe jî 38 salan wekî serokê vê welatî mabû. Togo berê ji aliyê Fransayê ve hatibû dagerkirin.

Tê çaverêkirin ku rêberê opozisyonê Jean Pierre Fabre di rêza duwem de ji van hilbijartinan were. Çavdêr dibêjin, rêjeya beşdariya di hilbijartinan de gihişt 40 ji sedî.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên mafên mirov hergav rexneyan li Togo digirin jiber bikaranîna tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan.

XS
SM
MD
LG