Nûnertiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya Stenbolê, bi sedema wergirtina pereyên ji opozîsyona Sûriyê ev demeke bûye mijara nîqaşan.
Endamê Meclîsa Stenbolê yê ENKS’ê Subhî Dawûd ku ji destpêka vekirina ofîsa ENKS’ê ve li wir e, ji Dengê Amerîka re pêvajoya vekirina nûnertiyê û nîqaşên li ser têne kirin dinirxîne.
“Nûçeyên ku hevalên me bi gendelî û diziya pereyên hatine wergirtin tometbar dikin, ne rast in. Jibo ev nîqaş çênebin, em dixwazin bi fermî û bi awayekî şefaf xizmetê bikin.”
Subhî Dawûd dide xuya kirin, ewê civînekê pêk bînin û li ser çawaniya mesrefên nûnertiya ENKS’ê ya li Stenbolê biryarê bidin.
“Hinek dibêjin bila cihekî din jî bê vekirin, lê em naxwazin mesrefên me zêde bibin. Em tenê dixwazin vê nûnertiyê wek konsuliyeke Kurdî bidomînin û ji kesên werin ba me re bibin alîkar.”
Endamê ENKS’ê li ser xebatên ku ew li Stenbolê dikin jî wiha dipeyive.
“Her çiqas xebatên me têr nekin jî em li gor derfetên xwe tiştê ji destê me tê dikin. Heta niha em jibo dermankirinê ji sedan kesên nexweş re bûne alîkar. Dîsa em bi navê 3 Komeleyên Can bêhtirî hezar û 200 zarokên Kurd li Stenbolê didin xwendin.”