Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Berdana Endamên Cemaeta Gulen li Tirkîyê Dibe Sedema Nîqaşan


Dadgeheke Stenbolê biryar dabû ku serokê Gruba Medya Samanyolu TV Hidayet Karaca û 63 polîsên berguman werin berdan ku bi hinceta alîgirîya Cemaeta Gulen hatibûn girtin.

Di nav bîragiştî de nîqaşên ser biryara dadgehê û hiqûqa li Tirkîyê zêde bûne.

Parêzerên kesên ku bi hinceta ‘Rêxistina Paralel’ hatine girtin dixwazin biryara dadgehê bi cî were û kesên girtî werin berdan, lê ew biryar ji alîyê dadgeheke din ve hate betalkirin û tehlîye çênebûn.

Karbidestên hikûmeta AKP’ê biryara dadgehê wekî lîstika endamên Cemaeta Gulen bi nav dikin. Piştî vê helwesta hikûmetê Desteya Bilind a Dadger û Dozgerên Tirkîyê (HSYK) jî roja Duşemê 3 dadwer ji karê wan dûr xistin.

Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî civîna wezîran derbarê vê mijarê wiha peyîvî:

“Belku cara yekê ye ku tiştekî wiha di dîroka dadwerîyê de çêdibe. Dadwerê ku erka wî ya biryardanê tune ye, diçe erka dadwerekî din digire ser xwe û biryarê dide. Ev di hiqûqê de tê maneya dizîya erkê.”

Parêzer û rêvebirên dezgehên medya nêzî Gulen jî bi tundî dijî van daxuyanîyan û betalkirina biryara tahlîyekirinê derdikevin. Gerînendeyê giştî yê rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli rexneyên tund li hikûmetê kirin.

“Êdî her tişt li holê ye ku ti nirxeke dad û hiqûqê nemaye. Berê berguman dikaribûn serî li dadgehên bilind bidin, niha ew dadgeh jî rakirin. Bi 6 dadweran sîstemeke girtî çêkirine.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG