Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seydayê Kurd: Karmendên Diyanetê Xulamên Serokomar û Serokwezîr in


Mehmet Şimşek, li aliyê rastê
Mehmet Şimşek, li aliyê rastê

Li Tirkiyê bi nêzbûna hilbijartinên giştî re şerê devkî yê di navbera partiyên opozîsyonê û partiya deshilatdar AKP’ê de zêde bûn.

Li van rojên dawî rexne û nîqaşên zêde li ser Saziya Karûbarên Olî ya Tirkiyê têne kirin. Hem karbidestên Partiya Gel ya Komarî (CHP) hem jî Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş, bi hinceta ku ol û baweriya civakê xistiye xizmeta siyasetê rexneyên tund li AKP’ê dikin.

Herî dawî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, roja Şemiyê li serdana xwe ya bajarên Amed û Batmanê xwedî li vê saziyê derket û bi nîşandana meala Qûranê ya bi Kurdî ku ji aliyê wê saziyê ve hatiye amadekirin bersiva rexneyan da.

Serokomar Erdogan, herwiha îdia dike ku ti eleqeya HDP’ê bi ol û baweriyê ve tune ye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî li ser çiya perwerdeya ola Zerduştî dide.

Bi taybet HDP û partiyên din ên opozîsyonê rexneyên tund li van daxuyanî û bernameyên serokomarê Tirkiyê dikin ku beşdarî kampeynên hilbijartinê dibe û jibo AKP’ê dengan dixwaze.

Seydayê Kurd Serokê Komeleya Hevkarî û Alîkarîyê ya Alimên Olî (DÎYA-DER) Mehmet Şimşek, nîqaş û daxuyaniyên li ser saziya diyanetê têne kirin ji Dengê Amerîka re nirxandin.

“Saziya diyanetê îro tenê xizmeta Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê dike û bêyî ku li Qûranê binêrê biryaran dide. Karmendên vê saziyê jî xulamtiya wan dikin.”

Seyda Şimşek bi bîr xist, saziya diyanetê di nav mezheban de jî cudaxwaziyê dike û got, ‘Ti eleqeya kiryarên wan bi îslamê ve tune ye.’

Serokê DÎYA-DER’ê tometên ku Tirkiyê alîkarî dida DAIŞ’ê bi bîr xistin û helwest û xemsariya derdorên bawermend jî rexne kir.

“Hem dibêjin em misilman im hem jî çekan û leşkeran ji ser sînorê xwe dişînîn ser wan însanan. Ev ne misilmantî û îslama Xweda gotiye ye. DAIŞ ne misliman e û alîkariya wan di tu dînan de tune ye. Herwiha yên ku bêjin, DAIŞ mafdar e û em li pişta wan in jî ne misilman in.”

Melayê Kurd herwiha balê kişand ser ku ji bo hilbijartinan bikaranîna olê ne rast e, lê divê li hember cûdaxwazî û zilma li ser ol, netew û baweriyên din ên civakê tê kirin jî xwedî helwestekê bin.

ST_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG