Piştî êrîşa li ser bajarê Hesekê li Rojavyê Kurdistanê ji aliyê çekdarên Dewleta Islamî ve di doh Çarşemê de rewşa ewarte û hişyarî hate ragîhandin û çûn û hatina bi şev li nav bajêr hate qedexekirin ji aliyê Hêzên Asayêşê ve.
Serokê Encûmena Rêvebriya Xweserî ya kantona Cezîrê Ekrem Hiso di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re li ser rewşa Hesekê diaxive û dibêje rewşa Bajêr aram e û di bin kontrola hêzên Kurdî de ye.
Herwisa jî birêz Ekrem dibêje hemû pêkhatiyên herema Cezîrê û Rêveberiya Xweser alêkariya bajêr û niştecihên wê dikin bi her awayî.
Di dawiya axeftina xwe de birêz Ekerm got DAIŞ nikare li bajarê Hesekê biserkeve ji ber berxwedana xelkê wê û hêzên Kurdî yên YPG û YPJê.