Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Konferansa ‘Di Salên 2000’an de Kurd û Kurdistan’ Hat Darxistin


Konferans li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê pêk hat.
Konferans li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê pêk hat.

Li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê konferansek bi navê ‘Di Salên 2000’an de Kurd û Kurdistan’ hate lidarxistin.

Di konferansa 2 rojî de ku roja Şemiyê destpê kir, akademîsyen, siyasetvan, lêkolîner û nivîskarên ji Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê beşdarî kirin.

Di konferansê de rewşa siyasî, aborî û civakî ya Kurdistanê bi rûniştinên taybet hatin gotûbêj kirin.

Mamosteyê Zanîngeha Parîs 1 Panteon-Sorbonne Hardy Mohammed piştî pêşkeşkirina gotar û lêkolînên li ser aborî û siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji Dengê Amerîka re girîngiya vê konferansê nirxand.

“Konferansên wiha ji aliyê zanistî ve girîng in. Hem dibe sedema hevnasînê hem jî têkiliyên rewşenbîr û akademisyenên çar parçeyên Kurdistanê xurt dikin.”

Di beşa duyem ya Konferansê de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û sîstema Xweseriya Demokratîk gotar hatin pêşkeş kirin.

Endama Desteya Rêvebiriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) Îlham Ahmed jî beşdarî li beşa duyem ya konferansê kir.

Xanim Ahmed li ser rola jinê di nav jiyan û têkoşînê de gotarek pêşkeş kir.

“Di maweya têkoşîna 4 salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê nirxa jinê derket holê ku nêrîna li ser jinê di nav civakê de hate guhertin.”

Îlham Ahmed di konferansê de, sîstema rêvebiriya Xweseriya Demokratîk wekî mînaka serkeftî ya bihevre jiyanê bi nav kir û bal kişand ser ku niha li herêmên mîna Efrînê hemwelatî li şûna ku bajarên xwe berdin jinûve wan ava dikin.

Ji beşa Kurdolojî Mamosteya Kurdî Ronayî Onen li ser amadekirina vê konferansê ku 3 sal in wek kevneşopî tê lidarxistin ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Jiber ku me kêmasiyek ji hêla akademîk û zanistî de dît, me li ser Kurdistanê xebatên akademîk dane destpê kirin. Bi rêya van konferansan jî me xwest xebat bêhtir xuya bibin.”

Konferansa ‘Di Salên 2000’an de Kurd û Kurdistan’, roja Yekşemê bi pêşkeşiyên nivîskar û akademisyenan yên li ser rewşa siyasî û civakî ya Bakurê Kurdistanê bi dawî bû.

Konferansa Kurdistan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG