Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rawestandina Serdana Ocalan Bû Sedema Nerazîbûnan


Şandeya Îmraliyê ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike, ji 5’ê Nîsanê ve destûr nayê dayîn serdana Ocalan bike ku ev jî bûye sedema nerazîbûnan.

Rawestandina hevdîtinên bi Ocalan re li bîragiştî wekî xeteriyekê jibo berdewama prosesa aştiyê tê nirxandin.

Hem şandeya HDP’ê ya Îmraliyê hem jî rêvebirên PKK’ê di daxuyaniyên xwe de, vê helwestê wekî tecrîd û piştguhkirina pêvajoya aştiyê şîrove dikin.

Siyasetvanê Kurd li Stenbolê Emrullah Bîngul rawestandina hevdîtinan û helwesta hikûmetê ji Dengê Amerîka re nirxand.

“Xitimandin û rawestandina hevdîtinên pêvajoya aştiyê tê wê manê ku di mêjiyê Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê de ti wext bi awayekî erênî çareserkirina pirsgirêka Kurd çênebûye.”

Siyasetvanê Kurd prosesa hilbijartinê jî bi bîr dixe û wiha dipeyive.

“Serokomar û hikûmet serkeftina xwe ya hilbijartinê bi şer ve girê didin. Lê ji hêla Kurdan ve nayê xwestin ku şer jinûve destpê bike. Ew dixwazin hem dengên hilbijêrên neteweperest bistînin hem jî ji aliyekî ve Kurdan bi vê razî bikin.”

Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:12 0:00

XS
SM
MD
LG