Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Serkeftina Xwe Pîroz Dike


Bi eşkerebûna encamên hilbijartina giştî ya parlamena Tirkiyê re Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku badeka vê hilbijartinê bû, hem benda hilbijartinê derbas kir hem jî li bajarên Kurdan serkeftineke dîrokî bi dest xist.

Li Stenbolê û gelek bajaran ji şevê din ve pîrozbahiyên serkeftina hilbijartinê dest pê kirin ku roja Duşemê jî HDP bi şahiyên girseyî serkeftinê pîroz dike.

Piştî diyarbûna encaman, 7’ê hezîranê êvarê Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag li Stenbolê civînek saz kirin.

Birêz Demirtaş Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek aktorê çareseriya demokratîk û pêkvejiyana welatê hevpar bi nav kir û spasiyên taybet lê kirin.

“Ev serkeftin ne ya me ye, ya gel e. Ev serkeftin ne tenê ya HDP’ê ye, ya tevahiya Tirkiyê ye. Ez bawer dikim ku wê ev serkeftina me hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn jî biguherîne.”

Li dema civîna Taksîmê ya Hevserokên HDP’ê bi hezaran hemwelatî jî kom bûn û ev serkeftin pîroz kirin.

Dayikeke Kurd ji bajarê Bedlîsê li Taksîmê hatibû pêşwaziya Hevserokê HDP’ê Demirtaş ji Dengê Amerîka re hestên xwe wiha anîn ziman.

“Pir kêfxweş im. Hilbijartineke pir xweş derbas bû. Hêvîdarim meqseda me hemûyan bi cî were.”

Heta derengiya şevê jî ciwanan li kuçe û kolanên Stenbolê serkeftina HDP’ê pîroz kirin ku îro Duşemê jî li Meydana Bakirkoy a Stenbolê bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş şahiyek tê lidarxistin.

Li gor encamên hilbijartinê HDP’ê bi derbaskirina benda hilbijartinê re êdî wek partiya çaremîn a opozîsyonê di parlamena Tirkiyê de cî digire û dikare bibe hevparê hikûmeteke koalîsyonê jî.

HDP’ê ne tenê ji bajarê Kurdan herwiha li bajar û metropolên Tirkiyê yên mîna Stenbol, Îzmîr, Mersîn û Antalya jî rêjeyeke zêde ya dengan standiye ku li gor nirxandinan, piraniya dengê Kurdên koçber bûne jî bi dest xistine.

Partiya deshilatdar AKP ku ji sala 2003’yan ve 11 hilbijartin qezenc kiribûn, bi encamên vê hilbijartinê re cara ewil e nikare hikûmetê bi serê xwe ava bike.

AKP’ê bi rêjeya 40.81 258, CHP bi rêjeya 25.1 132, MHP bi rêjeya 46.36 80 û HDP jî bi rêjeya 13.11 80 kursiyan dişîne parlamena Tirkiyê. HDP herwiha li 14 bajaran jî bûye partiya yekemîn.

Li bîragiştî ya Tirkiyê pispor û şarezayên siyasî vê encamê wekî serkeftineke mezin ya HDP’ê dinirxînin û li ser senaryoyên hikûmeta nû nirxandinan dikin.

Partiyên opozîsyonê CHP û MHP jî ji encaman kêfxweş in û karbidestên AKP’ê jî dest bi nirxandina encaman kirine ku dixwazin jibo hikûmeta nû rêyekê bibînin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG