Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Emê Bernivîsên Navnetewî Derbarê Nakokiya ligel Filestîniyan bi Tundî Red Bikin


Serokwezîrê Îsraîlê îro Yekşemê got, ewê bi tundî bernivîsên navnetewî red bike, ewên ku mebesta wan peydakirina çareseriyekê ye jibo nakokiya ligel Filestîniyan.

Benjamin Netanyahu ev gotin kirin, li pêş serdana Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius. Fransa dibêje, ewê bernivîsekê bide pêş Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, ligel çarçoveyekê jibo danûstandinên ber bi çareserkirina nakokiya Îsraîlî Filestînî ve.

Birêz Netanyahu di civîna Kabîneya xwe ya heftane de got, “riya gihiştina peymanekê tenê bi riya gotûbêjan e û emê bi tundî hewildanên ferzkirina biryarên navnetewî red bikin.”

Netanyahu got, êrîşên li dijî Îsraîlê dê her berdewam bikin, eger bernivîsên navnetewî xemên Îsraîlê yên ewlekariyê nedin ber çavan.

Wexteke zû roja Yekşemê, kesekî Filestînî bi kêrê êrîş bir ser polîsekî Îsraîlî û ew bi tundî birîndar kir. Polîs jî teqe li yê êrîşbir kir û ew birîndar xist. Êrîş li Bajarê Kevin yê Orşelîmê çê bû.

Roja Îniyê jî, kesekî Filestînî teqe li welatiyekî Îsraîlî li Kenara Rojava kir û ew kuşt.

XS
SM
MD
LG