Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Derdora Bexdayê Du Teqîn Pêk Tên


Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama du teqînên cuda de bi kêmî 5 kes ji derveyî Bexdayê hatin kuştin.

Efserekî polîs dibêje, bombeyek li bazareke vekirî li bajarokê Mehmûdiye teqiya. Mehmûdiye dora 30 kîlometran li başûrê Bexdayê dikeve. Di wê êrîşê de sê kesên sivîl hatin kuştin û 9 birîndar bûn.

Efserekî din yê polîs dibêje, teqîneke duwem li bajarê Medayin pêk hat û di encamê de du şervanên eşîran hatin kuştin û sê birîndar bûn. Medayin dora 20 kîlometran li başûr rojhilatê Bexdayê dikeve.

Li hundir Bexdayê, desthilatdaran termên sê mêran li ser kolanan dît. Hemû gule di serî û sînga xwe de xwaribûn. Nasnameya wan kesan nehate eşkerekirin.

Karbidestên bijîşkî jî jimara qurbaniyan piştrast kir.

XS
SM
MD
LG