Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Cemîl: Kurdên Hesekê Dijî DAIŞ di Amadebaşiyê de Ne


Rewşa bajarê Hesekê pir aloz bûye ji ber şerên giran di navbera çekdarên DAIŞ û leşkerên Rejîma Sûrî. Ev yek tê, tevî ku hêzên Kurd yên YPG pêşveçûna DAIŞ di nav bajêr de li paş xistiye.

Dr. Selah Cemîl endamê Komîteya Peywendiyên Leşkerî yên YPG li bajarê Hesekê ji Dengê Amerîka re got ku hêza rejîma Sûrî pir lawaz bûye û nikare deverên xwe ji êrîşên DAIŞê biparêze.

Dr.Selah herwisa dibêje, hêzên Kurd li Hesekê di amadebaşiyê de ne û tax û deverên Kurdan diparêzin û nahêlin ku DAIŞ derbasî wir bibin.

Dr.Selah li ser komkujiya Kobanî jî got ku wê tola wan bê stendin û bi dilsozî beramberiya DAIŞ dikin.

Hevpeyvîna Selah Cemîl-LA-6-27.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:32 0:00

XS
SM
MD
LG