Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Herêma Euro Derbarê Pêşniyara Yûnanistanê Dicivin


Wezîrên darayî yên herêma Euro îro Şemiyê lihev kom dibin, jibo xwendina planên reformê yên abûrî li Yûnanistanê. Ev plan bi wê mebestê ne ku qerzeke din ji Yekîtiya Ewrupayê (YE) bo Yûnanistanê were pêşkêşkirin.

Hîn nehatiye misogerkirin eger karbidestên YE vê rêkeftinê qebûl bikin.

Parlamena Yûnanî Şemiyê zû ev pêşniyarên hikûmeta Atenayê pejirand. Qanûndar di rûniştinekê de kom bûn ku heta piştî nîvê şevê Îniyê dirêj kir. Di civînê de, qanûndaneran guhdariya daxwazeke taybet ji Serokwezîr Alexis Tsipras kir.

Birêz Tsipras ji parlamenê re got, ew hêvî dike Yûnanistan li dawiya qoxaneke dijwar e. Wî mehên zehmet yên danûstandinê ligel YE wekî şerekî binav kir, tê de hikûmeta wî jibo mafên gelê Yûnanê xebat dikir.

Hêjayî gotinê ye, Yûnanistan daxwaza 60 milyar dolar dike ku li ser sê salan werin dayîn.

Rêberên 28 welatên YE sibe Yekşemê di kombûneke awarte de lihev rûdinên, jibo pêşniyara aborî ya Yûnanistanê gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG