Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raman Seydo: Li Hesekê Rejîma Sûrî Nema Şerê DAIŞ Dike


Li bajarê Hesekê şer û pevçûn li dijî DAIŞ ji aliyê Hêzên Kurd yên YPG û YPJ ve bi piştgiriya êrîşên esmanî yên hevpeymaniya navdewletî berdewam dibe.

Kurdan ta nuha serkeftinên baş bidestxistine lê bêy ku hêza rejîma Sûrî di nav şer de be.

Çalakvanê Kurd Raman Seydo ji Dengê Amerîka re got ku rewşa Hesekê aram bûye, bi taybetî li taxên Kurdan.

Birêz Seydo herwisa dibêje, hêza rejîma Sûrî di moraleke xerab de ye û nema dikare şer bike, lê hêza Kurdan bi alîkariya firokên navnetewî pêşveçûnên mezin bidestxistine û DAIŞ bi şûn de ta Şedadê li başûrî Hesekê vegerandine.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê deng veke.

Raman Seydo-7-18-15-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG