Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro Sêşemê mêvandariya Serokê Nîjerya Muhammadu Buhari li avahiya Wezareta Derve dike.
Do Duşemê, rêberê Nîjerya ligel Serok Barack Obama li Koşka Spî kom bû, jibo gotûbêjkirina gefeyên mîlîtanên Boko Haram û pirsgirêkên din.
Serok Obama pesna hilbijartinên vê dawiyê li Nîjeryayê da. Ev hilbijartin, veguhestina demokratîk ya yekê bû li Nîjeryayê ji dema ku dawîhatina desthilatdariya leşkerî sala 1999’ê.
Birêz Obama got, “me hilbijartinek dît ku tê de veguhestinek aştiyane jibo hikûmeteke nû hate kirin. Ew jî tekezkirinek bû jibo pêgiriya Nîjerya ya demokrasiyê.”
Serokê Amerîkî got, ew dixwaze mijara hevkariya Amerîka û Nîjerya di warê rûbirûkirina terorîzmê de gotûbêj bike.
Ev serdana birêz Buhari jibo Washington ya yekê ye wekî serokê Nîjeryayê ji dema ku Gulana borî hate ser desthilatê.