Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Madem Gefe li Ser Tirkiyê Heye, Ewê Operasyon Berdewam Bikin


Di encama teqîna trimbêlekê de li başûr rojhilatê Tirkiyê de, du leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 din birîndar bûn.

Wexteke zûtir roja Şemiyê, firokên şer yên Tirkiyê bingehên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûriyê kirin armanc û herwiha bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin. Polîsê Tirkiyê jî bi sedan çalakvanên Kurd û mîlîtanên din di van rojên dawî de li seranserî welêt girtine.

Karbidestên Tirk dibêjin, êrîşên li Sûriyê jibo mebesta çêkirina “herêmeke ewle” li hinek beşên bakurê welêt hatine holê.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu do Şemiyê got, ewê ev operasyon her berdewam bikim madem ku pêwîstiya wan heye. Birêz Davutoglu got, “her ku gefe li ser Tirkiyê hebe, ewê ev operasyon jî hebin. Emê nehêlin ku Tirkiyê bibe welatekî bê qanûn.”

Jêderên PKK’ê roja Şemiyê got, agirbesta sala 2013’ê ligel Tirkiyê bidawî hatiye, piştî ku firokên şer yên Tirkiyê bingehên wan li Qendîlê kirin armanc. Tirkiyê got, wê bersiva kuştina PKK ya du polîsên Tirk dida.

Mezine diplomatekî Amerîkî jî îro Yekşemê li ser malpera Twitter got ku ev êrîşên Tirkiyê li hember PKK bandorê li hevkariya Tirkiye û Amerîka di şerê dijî DAIŞ de nake.

Brett McGurk, cîgirê nûnerê taybet yê Serok Obama jibo koalisyona dijî DAIŞ got, "ti peywendî di navbera wan êrîşên dijî PKK û hevkariya Amerîka û Tirkiyê li dijî DAIŞ de tune ye.”

XS
SM
MD
LG