Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsekî Tirk li Mêrdînê Hate Kuştin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Desthilatdar li Tirkiyê dibêjin, şervanên Kurd teqe li trimbêleke polîsan li başûrê Tirkiyê kirine û di encamê de endamekî polîs hatiye kuştin û yekî din jî birîndar bûye.

Ofîsa waliyê Mêrdînê got, şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derengî Şemiyê teqe li efserên polîs kirin.

Li bajarê Mûşê jî, şervanên PKK’ê bi mûşekan êrîş birin ser bingeheke leşkerî. Lê ti kes di wê êrîşê de nehate kuştin.

Di çend hefteyên dawî de tundûtûjî li Tirkiyê careke din gûr bûye û bi wê yekê jî pêvajoya aştiyê di navbera serhildayên Kurd û hikûmetê de têk diçe.

Bi awayekî rojane, şervanên Kurd êrîşan dibin ser hêzên ewlekariya Tirkiyê û firokên şer yên Tirkiyê jî bingehên PKK’ê li Qendîlê bombebaran dikin.

Ajansa Anadolu ya ser bi dewletê ve îdîa dike ku bêtirî 260 şervanên PKK’ê di encama van êrîşên esmanî de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG