Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahînê Bekirê Soreklî: Ez Zû Ji Welat Derketim Lê Welat Ji Nava Min Derneket


Şahînê Bekirê Soreklî yek ji wan kesên ku bi hemû cûreyên jiyana xwe keda xwe daye welat û doza gelê xwe, çi bi nivîsandin, rêxistinî, û çalakên civakê ji Kobanî ta Sydney li Australya.

Ew bi xwe nivîskar û rojnamevan e, di sala 1946 an de li gundê Mezrê li devera Kobaniyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Di sala 1968 an de li welatê Australya yê bi cih bû, û li wir dest bi avakirina jiyana xwe kir him malbatî û him jî kesayetî.

xewndina wane li zankoya Macquire xwend û di sala 1978 an de, li wezareta perwerdehiya dewleta New South Wales (Walesa Başûrê Nû) kar kir.

Di sala 1979 an de, serokatiya yekemîn rêkxistina Kurdî li Australya bi rêve bir ta şeş salan .

Ji sala 1984 ve, birêvebertiya pişka Kurdî ya Radyo SBS (Servîsa Weşanên Taybet) ya Australya kir .

Berhmên birêz Şahîn gelek in ji Kurte çîrok, gotar, helbest ta wergerandinê ye û di gelek rojname û govarên Kurdî de hatine weşandin.

Berhemên wî:

1- Roja Dawîn ji Jiyana Mistê Kurê Salha Temo, Kurte çîrok, Govara Hêvî, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 1982.

2- Civata Pêxemberan, Kurte çîrok, Govara Hêvî, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 1983.

3- Azadbûna Mehmet Karataş, Roman, Enstîtuya Kurdî ya Berlînê, 1985.

4- Wendabûn, wergera The Lost Honour of Katharina Blum pirtûka nivîsera Elmanî Heinrich Boll, Verlag fuer Kultur und Wissenschaften, Bonn, 1987.

5- Em û Pirsa me, Komela Gotaran , Weşanên Bedirxan, Sydney, 1987.

6- Mehkemekirina Selahiddinê Eyûbî, Şano, Weşanên Haykurd, Stockholm, 1989.

7- Jana Heft Salan, Helbest, Enstîtuya Kurdî ya Birûkselê, 1990.

8- Namûsa Emo, Komela kurte çîrokan, Weşanên Haykurd, Stockholm, 1994.

9- Pisîk jî Xewmnan Dibînin, 2004

10- Çîrokên 18 Salan (collection of short stories, 2005)

11- Veger ,2006

ji bo zaneyariyên bêtir li ser navê birêz Şahînê Bekirê Soreklî kilîk bike

Ji bo gohdarîkirina dirêjahaiya vê hevpeyvînê, vî fayê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:40:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG