Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qersê Leşkerekî Tirk û 3 Şervanên Kurd Hatin Kuştin


Wêne ji arşîvê ye.

Jêderên ewlekarî li Tirkiyê dibêjin, leşkerekî Tirk û sê şervanên Kurd di encama pevçûnên di navbera herdu aliyan de hatine kuştin.

Şerê di navbera hêzên taybet yên Tirkiyê û şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de îro Yekşemê li stana Qersê qewimî. Di wî şerî de leşkerekî din jî birîndar bû.

Ji dema ku firokên şer yên Tirkiyê li 25’ê Tîrmehê dest bi bombebarankirina bingehên PKK’ê li Çiyayê Qendîlê kiriye, şervanên Kurd hema bi awayekî rojane êrîşî bingehên leşkerî yên hikûmetê li nav Tirkiyê dikin.

Do Şemiyê salvegera 31’ê ya destpêbûna nakokiya di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de. Di encama vê nakokiyê de 40 hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan Kurd in.

Li bajarokê Varto yê stana Mûşê jî, desthilatdaran qedexeya çûnûhatinê ragihand, jiber ku tirs hebû şervanên PKK’ê teqînokan di roja salvegerê de li wir deyîne.

Li gorî hikûmetê, 43 polîs û leşkerên Tirkiyê di vê tundûtûjiya dawî de hatine kuştin. Medyaya Tirkiyê dibêje, bêtirî 200 şervanên PKK’ê jî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG