Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Mûşekeke Nû ya Kurt-avêj Eşkere Dike


Wêne ji arşîvê ye
Wêne ji arşîvê ye

Hikûmeta Îranê îro Şemiyê mûşekeke balîstîkî ya kurt-avêj eşkere kir. Îran dibêje, ev mûşeka nû dê karîna wan ya peydakirina armancan bihêztir be.

Mûşeka bi navê Fatih 313 di rêwresmeke leşkerî de hate pêşkêşkirin. Di vê rêwresmê de Serokê Îranê Hesen Rûhanî beşdar bû. Rûhanî got, hêza leşkerî jibo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn pêwîst e.

Televizyona dewletê wêneyên mûşekê nîşan da ku ji cihekî ne eşkere dihate avêtin. Li gorî raporta televizyonê, ev mûşeka nû dikare xwe bi duristî bigihîne armancên di nav 500 kîlometran de ne.

Hêjayî gotinê ye, bernivîseke Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê dike ku ti çalakiyên peywendî bi mûşekên balîstîkî neke, ewên ku dikarin alîkariya avakirina çekên navokî bikin. Lê Îran dibêje, mebesta van mûşekan ne navokî ye.

XS
SM
MD
LG