Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan biryara hilbijartina nû da. Encama hilbijartina 7ê Haziranê de hikûmetekê nû nehatye avakirin, jiber vê yeke 1ê Mijdarê da hilbijartin dubarê bibe.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, nivîskar Bedel Encu dibêje, ez bawer nakim ku ev hilbijartina nû bikare guhartinek bêxe rewşa Tirkîye de û encamên hilbajartina nû ji yên berê cuda bin.
Encu dîyar kir ku Erdogan daxwaza 400 parlementeran dike ku bikaribe desthilata xwe xurttir bike.
Hun dikarin bi rêya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê: