Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Kemal Seydo: Divê Amerîka Konsepta Xwe Hember Çekdarên Sunnî Biguhere


ნეაპოლი, ფლორიდის შტატი, აშშ
ნეაპოლი, ფლორიდის შტატი, აშშ

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkî ragihand ku birastî hinek şervanên opozisyona Sûrî ku Amerîka perwerdeya wan dike, çekên xwe radestî rêxistina Cebhet el Nusra kirine.

Ev şervan beşek in ji Hêza Sûrî ya Nû ku Amerîka û welatên koalisyonê hewil didin wan amade bikin da ku derbasî Sûriyê bibin û şerê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bikin.

Di vê derbarê de, Dr. Kemal Seydo, berpirsê beşê Rojhilata Navîn yê Komela Gelên Bin Gefeyê ji Dengê Amerîka re dibêje, ev şervanên Sunnî nêzîk Tirkiyê ne û siyaseta Serokomarê Tirkiyê Erdogan dimeşînin.

Dr. Seydo herwiha dide zanîn ku divê Amerîka li hevalbendên Sunnî yên nû bigire, ewên ku peywendiya wan bi Tirkiyê re nîne.

Hevpeyvîn bi Dr. Kemal Seydo re
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:00 0:00

XS
SM
MD
LG