Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Êrîşên Esmanî Dijî PKK'ê Berdewam Dike


Di dawiya vê hefteyê de, artêşa Tirkiyê jimareke êrîşên esmanî li dijî bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li nav Tirkiyê û Çiyayê Qendîlê pêk anîn.

Li gorî ajansa Anadolu ya nûçeyan, êrîşên artêşa Tirk bingeh û kampên PKKê li Colemêrg, Qers û Qendîlê kirin armanc.

Ji Tîrmehê ve, êrîşên esmanî yên Tirkiyê li dijî PKK destpê kirine, piştî ku agirbesta nêzîkî 2 salan dirêj kir, hate hilweşandin.

Li gorî hatiye ragihandin, heta nuha bêtirî 120 leşker û endamên hêzên ewlekariya Tirkiyê û bi sedan şervanên Kurd hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG