Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boran Zaza: Saziyên Ragîhandina Kurdî Guhdanê Bi Mûzîkê Nakin


Boran Zaza di sala 1991ê de li Qamişlo ji dayik bûye, di malekê de guhdan bi çand û henrê dike û bi reh û bengehên xwe yên Kurdî ve girêdayî ye.

Bavê wê Mehmed Ezîz Zaza mûzîkjen û mamostayê mûzîkê ye li instetûya hunera ciwan e li Hewlêrê.

Bi alîkariya bavê wê û guhdana wî, Boran berê xwe da mûzîkê bi awayekî zanistî û pispor û dest bi xwendina mûzîk û amîra piyano kir.

Boran li ser amîra Piyano xewndin û xebatên xwe dike, û li Libnanê dixwaze ku xwendina xwe ya bilind li ser vê amîrê bike, da ku karibe têxe xizmeta mûzîka Kurdî û wê bi pîşve bibe.

Di hevpyevîna Boran de bi Dengê Amerîka re, hestê xwe anî ziman, nerîn û rexneyên xwe di derbarî mûzîka Kurdî de şîrove kir û got :

"divê guhdan bi belavkirin û fêrbûna mûzîkê bê kirin, ji aliyê sazî û ragîhandina Kurdî ve."

ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna Boran, fermo vî faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:49 0:00

Jibo bêtir zanîn li ser karê Boran, vê lînkê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG