Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementer Ferhat Encu:1î Mijdarê Hilbijartinek Azad Pêknehat


HDP MP ferhat Encu
HDP MP ferhat Encu

Pêşiya hilbijartinên 1î Mijdarê li Tirkiyê, pisporên sîyasî digotin, me ne bawere partîyek bi serê xwe bikare hikûmetê ava bike.

Encamên rapirsînan dîsan pêşwext, didan zanîn ku, ji encamên hilbijartinan dê hikûmetek koalîsyon ava bibe, lê dema encamên pêşî yên hilbijartianê hatin ragihandin, AKP piranîya dengan stendîn, ev jibo her kesî surprîzek bû.

AKP niha dikare biserê xwe hikûmetê ava bike.

Gelek rexne derheqî encamên hilbijartinan hatin kirin, alîgirên HDP dibêjin; hilbijartinek ne dadwer pêk hatîye.

Dengê Amerîka pişka kurdî ligel parlementerê HDP Ferhat Encu, hevpeyvînek derbarê mijara hilbijartinê encam da.

Birêz Encu got; “Me hîç bawerî bi encamên hilbijartina 1î mijdarê nîne, jiber ku, hilbijartinek ne azad pêkhat, li bajarên Kurdistanê gel di rewşek awarte de çu ser sindoqan. Gelê me bi tirs çun dengên xwe bikar anîn.”

Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê:

Ferhat Encu
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG