Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Dibêje Hikûmetên Rojava Agahî Li Dor Ketina Balafira Rûsî Nedan Wan


Wezîrê derve yê Misrê Samêh Şukrî gote peyamnêran ku Amerîka, Birêtanya û welatên din, têkçûn di hevbeşkirina agahdariyan de li gel Misir, li dor ketina balafira Rûsî hefteya borî, ku di encamê de 224 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şukrî îroj şemiyê li Qahîra gazind kirin di derbarê agahdariyên rojava de li dor pêşbîniya ketina balafirê bi bombeyekê ku ta niha ji ewlekariya Misrî re nehatine dabîn kirin.

Şukrî got Misir pêşbîniya wê yekê dikir ku agahiyên teknîkî yên hikûmetên rojava bi awakî hevbeş li gel Qahîra bêne ragihandin.

Tê zanîn, medya Firensî ragihand ku tomarên sindûqa reş ya balafirê nişan didin bombeyekê balafir xistiye.

Li gor vekolînan, çavkaniyên Acansa France Press dibêje tomar diyar dikin ku her tişt li ser balafirê normal bû, û piştî 24 kêlîlkan ji nişkave hertişt qut bû.

Serokê Amerîka Barack Obama û serokwezîrê Birêtanya David Cameron herduwan jî got ne dûre ku balafir hatibe bombe kirin.

XS
SM
MD
LG