Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Êzîdî li Efrînê Dibin Armanca Topbarana El-Nusra


Herêma Efrinê

Roja pênşemê danê sibê, li Efrînê gundê Basûfanê, ji aliyê Cebhet el-Nusre ve hat bombe baran kirin.

Gundê Basûfanê yê ku, piraniya Xelkê gund, kurdên êzîdî lê dijîn, girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê ye, ji aliyê Cebhet el-Nusre ve tê bombebaran kirin.

Nûçegihana pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li Efrînê, dide zanîn ku herweha gundê Bo᾿aê jî hatiye bombebaran kirin.

Peyvdarê fermî yê Yekîniyên Parastina Gel (YPG) Ferzende Efrînî dibêje "niha jibo selametiya welatiyan xelkê gund hatine dûrxistin, û Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam bi topên hawenan gund topbaran dikin, hêzên me bersiva wan dan, niha Cebhet el-Nusre daxwaza hevdîtinê bi me re dike".

Tê zanîn ku, gundê Basûfanê û Bo᾿aê li ser sînorê navbera Efrînê û herêmên dibin kontrola Cebhet el-Nusre da ye, li gorî şêniyên gund, serê sibê dengê pêvçûnan dihat, piştra top hawen bi ser gund de hatin barandin, û xelkê gund yên ku di gund de mayin koçberî gundewarên derdorê bûn.

Temamiya raporê di faila deng de ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG