Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Berpirsiyariya Xwe Li Dor Êrîşên Parîs Radighîne


Gurûpa Dewleta Îslamî îroj şemiyê berpirsiyariya xwe ragihand li dor pêla êrîşên doh li Parîsê ku di encamê de 127 kesan jiyana xwe ji dest dan û got dê Frensa bimîne di serê lîsta armancên wan de.

Daxuyaniyekê ku li ser Înternêt belav bûyî got 8 çekdaran li gel kemberên bombekirî û çekên automatîkî êîşî hin armancên hilbijartî kirin li Paytexta Frensa Parîs , di nav de jî yarîgeheke fûtbolê ku tîmên Frensa û Almanya lê dilîstin, û hola Bataklan a konsêrtan, cihê ku komeka mozîka Rock a Amerîkî ahengek birêve dibir.

Daxuyaniya ku Parîs wek paytexta xerabî û zînakarî yê da nasîn got Frensa û piştgirên wê dê bimînin armanca Deleta Îslamî.

Tê zanîn ku Frensa beşeke ji koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka ya ku êrîşên esmanî dijî Daiş li Sûriyê û Îraqê birêve dibe.

Daxuyanî bi zimanên Erebî û Frensî hat belav kirin. Wê çi agahiyên berfereh dabîn nekirin li dor nasnameya êrîşkeran.

Serokê Frensa Francois Hollande berî demekê Daiş bi êrîşan tawan kiribû û soza bersivê da.

XS
SM
MD
LG