Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Tirkiyê 4 Çekdarên Daiş Dikujin


Suruc, Turkey
Suruc, Turkey

Acansa Tirkiyê ya fermî ya nûçeyan dibêje serbazên Tirkiyê 4 çekadar kuştin bi gumane ku ew Daiş in li nêzîkî sînorê Sûriyê. Ev buyer tê rojekê berî serkirdeyên cîhanê li wir bigihin hev di çarçoweya kombûneke abûrî de.

Acansa Anadol dibêje îroj şemiyê bûyer rûda li bajarê Oguzeli, li parêzgeha Eyntab.

Wê got du erebeyê çekdarên ku bawere Daiş in nêzêkî erebeyeke leşkerî bûn, wan guh nedan huşdariya serbazan ji bo rawestanê û serbaz gullebaran kirin. Serbazanjî ji aliyê xwe ve bersiv dan û 4 ji wan di hindirê erebeyekê de kuştin.

Acans dibêje çekdarên di erebeya din de reviyan.

XS
SM
MD
LG