Di şerê rizgarkirina bajarê Şengalê ji destê DAIŞ ji aliyê hêzên kurdî û bi piştgiriya firokên Hevpeymaniya Navdewletî, pêşemergên Rojavayê Kurdistanê jî di nav şer de bûn û şehîdê xwe yên pêş dane gorî rizgarkirina Şengalê.
Ehemd Qiço yek ji wan şehîda bû, ku biraziyê hevakarê Dengê Amerîka Sîrwan Qiço ye, di derbarî Şehîd Ehemd, Sîrwan hest û hizra xwe anî ziman û ji Dengê Amerîka re got: "Ehmed bi biryar tevî nav pêşmerga bû, û bi bîr û bawerî şer dikir û malbat wê ne poşman e li ser şehadeta wî."
Herwiha jî Sîrwan anî ziman, ku pirsgirêka Kurd ji nakokiyên siyasî ve mezintire û kare sînoran derbas bike.
Di dawiyê de Sîrwan got: "Şehadeta Ehmed bo me xemgîniye, lê ew cihê serbilindiya me ye jî û rasteqîniya çareseriya Kurdistanê ye."
Ji bo ghdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê deng veke