Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê De Li Girê Sipî 2 Kes Jiyana Xwe Ji Dest Didin


Li bajarokê Girê Spî teqînek çê bû û di encam de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan hejmarek din jî birîndar in.

Îro 22ê meha Mijdarê, danê nîvro, teqînek pêk hat li bajarê Girêspî bi riya mutsiklekî bombekirî , teqîn li nêzî avahiya rêveberiya xûseriya demoqrat li Girêspî bû ,di encama teqînê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, yek jine û yek zaroke û 20 kes birîndar bûn , li gor agahîyên me bi dest xist ji Girêspî piraniya birîndaran jin û zarokên , Lê heta niha ti aliyekî fermî amara kuştî û birîndarên teqînê ranegehandiye.

Çavkanîyekî ji Girêspî ji mera diyar kir ku armanca teqînên bi vî rengî ku welatiyan bitirsînin û rengê jiyana hevbeş di navberî pêkhateyên hirêmê de bi dawî bikin , çavkanî da zanîn ku niha rewşa bajêr arame û her tişt di bin kontrola Asayişê daye.

Hêjaye gutinê ku di 16ê, meha Hizîrana borî de bajarê Girê Spî ji aliyê YPG û Burkana Firatê ve ji DAIŞê hatibû rizgarkirin, û ev ne carê yekêye ku teqînên bi vî rengî li wir pêk tên , lê codatiya vê teqînê ji yên berê ku vê carê kesên sivîl bûn armanca êrîşê û carên barê çih û nuqteyên YPG bibûn armanc.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:14 0:00

XS
SM
MD
LG