Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande li Moskow Banga Hevalbendîyeke Xûrt ya Dijî DAIŞê Dike


Serokê Fransî Francois Hollande îro Pêncşemê ji Serokê Rûsî Vladimir Putin re got ku divê hêzên cîhanê, li dijî DAIŞê koalîsyoneke xurt ya hevbeş biafrînin.

"Dijminê me DAIŞ e û di destê wê de çek û çavkanîyên din hene û deverên berfireh xistiye bin kontrola xwe. Divê em hêzeke hevbeş ya berfireh ava bikin ku li van terorîstan xin,”Hollande li Moskowê got.

Hollande bi berdewamî got, ew jibo lêgerîna rêkên hevkarîyê û kordînasyona dijî DAIŞê li Moskowe e û armanceke wî yan din jî ev e ku çareserîyeke aştîyane ji kêşeya Sûrî re bê dîtin.

Putin jî got ku Rûsya hazir e ku hêza xwe bi Fransayê re bike yek û hember dijminê hevbeş DAIŞ ku firoka wan glr kir û êrîşên terorîstî li Parîsê pêk anîn.

Hêjayî bîrxistinê ye, Hollande piştî êrîşên 13ê Mijdarê, ku 130 kes tê de hatibûn kuştin, di gereke dîplomatîk de ye ku hevkarîya hêzên cîhanê li hember DAIŞê misoger bike.

Hollande berê jî bo heman armnacê ligel Serokê Amerîka Obama û Serokwezîrê Britanî David Cameron civîyabû.

XS
SM
MD
LG