Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş li Washingtonê Behsa Rewşa Kurdan Dike


Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş li konferensekê li navenda Middle East ya lêkolînan li Washingtonê nêrînên xwe derbarê hilbijartina 7ê Hezîranê û ya 1ê Mijdarê parve kir.

Birêz Demirtaş got, “em di bin zordestîya dewletê de çûn ser sindoqan..Ew ne hilbijartineke azad bû."

Demirtaş li ser pirsa pêvajoya aşitîyê jî got, "em dixwazin dîsa dest bi pêvajoya aşitîyê bikin, lê belê Erdogan siyaseta hkûmetê gelek ji pevajoyê dûr xistiye."

Di dirêjahiya axaftina xwe de birêz Demîrtaş li ser şerê dijî rêxistina DAIŞê da zanîn ku hêzên Kurtan yên yekemîn in di vî şerî de, divê cîhan alikarîyê bide Kurdan."

Hevserokê HDP ligel şandeke partiya xwe vê hefteyê hate Washington jibo pêkanîna çend hevdîtinan ligel rêber û dezgehên Amerîkî.

XS
SM
MD
LG