DAIŞ jimareke nû ji çalakvan û rojnamevanên bajarê Dêr El-Zorê bi awayekî hovane kuştin û li her deverê jî kuştina wan belavkirin mîna gefekê ji kesê çalakvan û rojnamevan re.
Di derbarî vê bûyerê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi çalakvan Mustefa Ebdî re kir, ku tê de sedema armanckirina kesên çalakvan ji aliyê DAIŞ ve şîrovekir û got: "DAIŞ ji kesê çalakvan ditirse, ji ber ew tewan û kiryarên DAIŞ ji raya giştî re eşkere û belvadike."
Hewiha jî birêz Ebdî li ser parastina kesên çalakvan dibêje: "Mixabin ta nuha kes li wan xwedî dernektiye û jimara yên di nav destê DAIŞ de hîna diyar ne bûye."
Ji bo ghhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo faylê deng veke