Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbest li Efrînê Hat Ragihandin lê Nehat Cîbecîkirin


Piştî tevgera ehrar suriye û tevgera el-fetih dest bi topbarankirina taxê şêxmeqsud û Efeînê kirin, berî du rojan agirbest navbera wan û ypg hat îlankirin, lê ligorî çavkaniyên herêmî ev agirbest nehat bikaranîn, tiştê balkêş di rojekê de sê daxuyanî hatin belavkirin, ji aliyê tevgera el-fetih û ehrar surie û ceyş elswar ve, jiberku lihevhatin, tenê li herêmên dibin kontrola ypgê da ye.

Li gorî desteya berevaniyê li Efrînê, tevgera el-fetih xwest agirbest li çêkirin , jibo rawestandina xuîn rijandinê em razîbûn, lê aliyê din bi agir bestê ne bapendin.

Hêjayî gotinê ye: du rojên gundê bênê yê girêdayî navçeya şêrewa li Efrînê rastî topên hawin ji aliyê cebhet el-nusre û alîgerên wê ve tê, her weha hawildidin ketnavî gund bikin, lê rastî bersivdayîna ypg û ceyş elswar tên.

Gundê bênê cîhekî isratîcîke li ser sînorê Efrînê, tê vegotin ku di rojên bê de rastî êrîşan were.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG