Li bajarê Qamişlo alozî û pevçûn di nav rêjîma Sûriye de û hêzên Asayîşa Kurdî derket holê ji ber girtina xortên kurd ji aliyê rêjîmê ve û şandina wan lekeriya bêçare bê razîbûna wan.
Dengê Amerîka hevpeyvînek di derbarî van aloziyan de, bi berpirsê pêwendiyên leşkerî yên YPG li Hesekê Dr.Selah Cemîl re kir û li ser rewşa heyî pirs jê kir, ku têde got: Rewşa nuha baştir bûye, lê em amadene ku li hemberî her kesekî bisekinin bo parastina gelên herêmê.
Dr.Cemîl anî ziman ku rêjîmê di destpêkê de dest bi êrîşan kir û asayêşan bersiva wan da, da ku nebe derfetek ji zêdegaviya wan re li ser gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê.
ji bo bêtir zaneyarî, ferom vî faylê deng veke