Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Tirkiyê bi Tundî Berwarî Bala Bombebaran Dikin


Firoka Tirkî F-16

Şeva 21/22î Kanûna Pêşîn, Firokên cengê yên girêdayî hêzên Esmanî yên arteşa Tirk, herêma Berwarî Bala li bakurê Îraqê (Başurê Kurdistanê) bombebaran dikin.

Weke çavkaniyên Dengê Amerîka ji herêmê radigehînin ku, çend caran gundê Qumriyê û Girka ji aliyê firokên Tirkiyê de hatine bombebaran kirin, ev êrîş di seat 2:30 serê sibê de pêk hatine, weke dîdevan û xelkê herêmê Cuma Qumrî dibêje bomberana vê carê ji her carên din cûdatir bû, jiber ku, dengek gelek mezin jê dihat û 11 bombe ketine navbera herdû gundên Qumriyê û Girka, van bombeyan ziyanek mezin gihaniye mal û serwetê çandin û mêşên hingiv yên van gundan.

Wek tê zanîn piştî hilbijartinên 7î hezîrana derbasbuyî li tirkiyê, rewşa aştiyê di navbera hikûmeta Enqerê û kurdan de bi temamî rawestiya ye, hem li herêmên kurdan di nav axa tirkiyê de şer û pevçûn tên berdewam kirin, hem hind herêmên Kurdistana Îraqê ciyên weke Qendîl, Avaşîn, Gelîyê Balinda çiyayê Gare, Metîn, Xakurk , herweha gundên Nizdûr, Kêste, Hirur bi hinceta hebûna bingehên PKK ji aliyê Firokên Tirkî de tên bombebaran kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:14 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG