Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Rojhilata Tirkiyê di Şerê Bajaran de Sivîl Dorpêçkirî Mane


Li Tirkiyê bi deh hezaran sivîl li başûrê rojhilata welêt dorpêçkirî mane di şerê navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Kurd de li bajaran. Ev şerê ku hêvî kêm kirin li dor vejandina axaftinên aştiyê di navbera Tirkan û Kurdan de.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê operasyoneke berfereh hefteya borî birêve birin bi hêviya têkbirina çekdarên girêdayî bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û gotin 180 ji wan hatine kuştin.

Bi hezaran leşker û tank hatine şandin ji bo têkbirina berxwedana çekdaran li seranserî navçeyên Kurdan, cihê ku şervanên PKK û ciwanan xendek kolandin ji bo xwe parastinê.

Hêjayî gotinê ye ji nîva vê mehê de, cihên şer bi roj û şev di bin qedexeyê de ne.

Di demekê de ku pevçûn dûbare dibin û qedexekirin tên sepandin ji dema hilweşandina axaftinên aştiyê di meha 7 an de, gelekan li herêmê hêvî dikir axaftin berdewambin piştî ku hilbijartinên meha 11 piranî dan partiya Dad û Geşepêdanê ku damezrênerê wê serok Recep Tayyip Erdogan e.

Lê ji dêvlê wê yekê, rewş xerabtir dibe.

XS
SM
MD
LG