Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Cizîrê Mira'a 3 mehî bi kalikê xwe re hat kuştin


Di pênc qedexeyên li ser Cizîrê de ji meha 7 vir ve 51 jes ji aliye hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin. Bi giştî li 18 navçê heft bajaran 54 caran qedexe hat îlan kirin. Li van navçeyan heta neha 124 welatî hatin kuştin û rojên qedexe bi giştî ji 235 rojan zêdetir e.

Di qedexa pêncemîn de li Cizîrê jî din av 13 rojan de 26 kes hatin kuştin.Li Cizîrê herî dawî Miraya 3 mehî û kale wê Remezan İnce 80 salî hatin kuştin.

Du roj berê li taxa Surê ya Cizîrê malbata înce dema ku ji tirsa sekwanan ji tebeqa duyê ya mala xwe dixwazin dakevin tebeqa jêr, guleya çeke li ruyê zaroka sê mehî ya li ser mile meta xwe ye dikeve.Abdurrahman İnce ji Dengê Amerîka re behsa kuştina biraza xwe û bavê xwe dike.

Li Silopê jî Taybet İnan a 55 salî li kuçeya xwe hat kuştin û meytê wê heft rojan li li kuçê, erde ma.

Kurê wê Mihemed dibêje ev zilmeke mezin e û behsa bûyerê dike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:11 0:00

XS
SM
MD
LG