Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Pêşveçûnan Li Remadî Dikin


Hêzên Îraqî ragehandin, ewa pêşveçûnan dij bi çekdarên Dewleta Îslamî, bo nêzîk avahîyên hikometî li bajêrê Remadî dikin.

Bi girtîna avahîyên hikometê wê hevsengîya hêzê li Remadî bigure û derfeteka din bo kontîrol kirina bajêrî bidest bigre, lê arîşa sereke hijmara bomben çandî li derdorê avahîyan.

Peyvdarekî leşkere Îraqî got, êrîşên asmanî bo teqandîna bomban dête bikar anin.

Herwesa got, piranîya xelkê sivîl li derdurê nexoşxanê xew diparêzîn.

Leşkere Îraqî da zanin, hêzên asmanîyên hevpeymanan bo dema çend heftîyan bajêrê Remadi bombebaran dike, ko kontrol kirin Remad dirbeka mezîne bi çekdarên Daîşê dixe

XS
SM
MD
LG