Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilo Serhad: Jiyana Xelkên Sivîl Li Diyarbekir Gelkê Zor û Dijwar e


Berdewamiya Şerê hikûmeta Tirkiye li dijî PKK li Kurdistana Tirkiye, ziyanek mezin gîhandiye jiyana xelkên sivîl li deverên şer ku bi hezaran ji wan mal û cihên xwe berdane û bûne koçber.

Di şopandina rewşa şer de û bandorên wê ser xelkên sivîl, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi çalakvana civaka sivîl Dilo Serhad re kir û bal kişand ser derfetên alîkariya sivîlan û astengiyên di riya wan de li bajarê Diyarbekirê.

Birêz Serhad dibêje:" Bi hezraran xelkên sivîl li taxa Sûrê, malê xwe berdane û ji wir reviyane û jiyana wan di rewşeke zor û dijwar deye."

Herwiha jî Serhad gazinê xwe kir ji aliyê kêmasiyên alîkariya hikûmetê ji saziyên sivîl re, ku ew sazî bi tena xwe û bi derfetên kêm alîkariya xelkê dikin.

Di dawiyê de wê got, ku pêdiviyeke mezin bi alav û xwarin û vexwarinê heye û pêwistî bi alîkariyê ji hemû aliyan ve heye.

Hevpeyvîna Dilo Serhed-LA-1-9-2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:26 0:00

XS
SM
MD
LG