Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Elî Salih Mîranî: Serokomarê Tirkiye Bi Agir Dilîze û Dijbertiya Kurdan Eşkere Dike


Serokmarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku doza Kurdî li Tirkiye tuneye û bi tundî li himberî bangewaziyê aştiyane ya akademisyonên Kurd û Tirk ji bo rawestandina şer li dijî Kurdan derket.

Gelo çima Erdogan bi vî awyê tund li dijî Kurdan derketiye û hikûmeta wî jî çend bajarên Kurda xistiye bin fişar û zoriyê de?

Di hevpeyvîna Dr.Elî Salih Mîranî de bi Dengê Amerîka re helwesta hikûmeta Tirk şîrove kir û got: "Ergogan û hikûmeta wî pirr dilteng bûne ji serkeftina HDP di helbijartinê de û ew naxwazin ku Kurd bibin xwedî deng di welêt de."

Di heman demê de jî Dr. Mîranê rexne li PKK jî kir û got, ku divê ew şerê xwe nexin nav bajaran, ji bo ku zorî li kesên sivîl nê kirin.

Di dwaiya axaftina xwe de, Dr. Mîranî bal kişand ku Tirkiye dijminatiya gelê Kurd ji demên berê de kiriye û naxwaze ku ew bibin xwedî welat di herêmê de ji ber wê jî ew bi zorê êrîşê dide ser bajarê Kurdan.

Hevpeyvîna Ali Salih Mîranî-LA-1-16-2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:12 0:00

XS
SM
MD
LG