Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Denîz Çîftçî: PKK û Dewleta Tirkiyê Her Du jî Naxwazin Şer Rawiste


Denîz Çîfçî

Ajansa Furat ya nûçeyan ragihand ku partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) doh şemiyê berpirsiyariya xwe ragihand li dor teqîna roja pêncşemê li bajarê Amedê ku navendeke polîs ji xwe re kiribû armanc.

Li gor acansê, PKK di daxuyaniyekê de lêborîn xwestiye ji kesûnasên qurbaniyên sivîl yên teqînê.

Lêkolîner Denîz Çîftçî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Di encama teqîna PKK de zarokan jiyana xwe ji dest dan û berî wê jî 170 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan ji aliyê leşkerênTirkiyê ve hatin kuştin. Gel li her du aliyan jî, naxwazin sivîl jiyana xwe ji dest bidin û bajar werin wêrankirin.“

Çevçî ku li London dimîne pêşbîniya wê yekê kir ku şer berdewam be di navbera dewleta Tirkiyê û PKK de ji ber ku, li gor wî, her du alî jî naxwazin şer raweste.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîne faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:33 0:00

XS
SM
MD
LG